Heyeta Amerîkayê bo Îdlîbê dertê tûrê

Heyeta Amerîkayê bo Îdlîbê dertê tûrê

PeyamaKurd- Temsîlkarê taybet yê Amerîkayê yê bo Sûriyê James Jeffrey bi heyeteka xwe ve di navbera1-4 ê êlûnê de diçe seredana Îsraîl, Urdun û Tirkiyê. Li gor ragihandina wezareta karên derve yê Amerîkayê bi Jeffrey re balyozê Amerîkî yê Sûriyê, qasidê taybet wê Joel Rayburn jî hebe.

Jeffrey dê bi Îsraîl re li ser “pêşdeçûnên dawiyê yên bi Sûriyê re”,”ewlekariya Îsraîlê” û “ pêngavên Îranê yên tevlihevkirinê” biaxifin. Di beyana wezaretê de weha dewam dike:

“Eger rejîma Sûriyê sîlihên kîmyewî bikarbîne, wê Amerîka cewaba wan bide.” Di seredana Urdun û Tirkiyê de wê behsa êrîşeka leşkerî bo ser Idlibê bê çawa di herêmê de gengeşiyê zêdetir bike û jiyana sîvîlan bixe talûkê, dê balê bikşîne ser van mijaran. Di beyanê dê Jeffrey û Rayburn teqdîra Tirkiyê û Urdunê bikin bê merhameta her dû dewletan di krîza Sûriyê de çendîn şayanê teqdîrê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin