PeyamaKurd – Berî niha li ser torên medya civakî hatibû belavkirin ku Fermandarê berê yên hêzên bejahî yên Tirkiyê Aytaç Yalmanê 79 salî, roja Yekşema borî ji nexweşîna vîrusa koronayê miriye, lê bi awayekî fermî ti daxuyaniyek derbarê wî de nehatibû dayîn ku cenazeyê wî jî bi awayekî veşartî hatibû defin kirin.
Herî dawî îro Pêncşemê Serokatiya Nexweşxaneya GATAyê ragihand ku bi qenaeta wan Aytaç Yalman ji ber Covid-19 jiyana xwe ji dest daye.
Herwiha li gorî NTVyê malbat û xizmên Yalman jî niha tedawiya vîrusa koronayê li nexweşxaneyê distînin.
Di nav amarên fermî yên Wezareta Tenduristiya Tirkiyê de qet behsa vê mijarê nehatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin