Li Sêweregê kesekî hat kustin

Li Sêweregê kesekî hat kustin

PeyamaKurd- Li navçeya Sêweregê ku li ser bajarê Rihayê ye, li nav kolanê kesekî bi navê Zülküf Küçükyılmaz bi sîliha otomotîk hat birîndarkirin. Bûyer piştî nîvroyê li tata Qaleyê çêbû.

Kes an kesên ku nasnameyên wan diyar nînin, bi sîlihên otomotîk li Zülküf Küçükyılmaz xistin ku di kolanê de di rê de diçû. Piştî birîndariya Küçükyılmz kesên ku dibînin birîndar bû, telefonê dikin bo tîmên tenduristiyê. Tîmên tenduristiyê diçin ciyê bûyerê û birîndar dibin nexweşxana dewletê ya Sêweregê. Birîndar li wê derê jiyana xwe ji dest dide.

Di dema gulebaranê de erebeyên ku di kolanê de bûn xesarê dîtine. Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin