Goran: Me ji Îbadî re got budçeyê teslîmî Kurdistanê neke

Goran: Me ji Îbadî re got budçeyê teslîmî Kurdistanê neke

PeyamaKurd - Parlamenterê Bizava Goranê li Parlamentoya Iraqê Hoşyar Ebdullah diyar dike ku wan ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî daxwaz kiriye ku meaşan teslîmî hikûmeta Kurdistanê neke.

Hoşyar Ebdullah, di daxuyaniya xwe de behsa gotinên Îbadî yên li ser budçeya fermanberên Kurdistanê kir û got wan daxwaz kiriye Hikûmeta Kurdistanê muxateb neyê girtin.

Îbadî di nava hefteyê de gotibû parlamenterên jê daxwaz kirine budçe teslîmî Hikûmeta Kurdistanê were kirin. Parlamenterê Goranê jî li dijî vê derdikeve û dibêje partiya wî gotiye meaşan ji wîlayetan re bişînin lewra Hikûmeta Kurdistanê meaşan nade.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin