Du birayên Bedirxanî

Du birayên Bedirxanî

PeyamaKurd: Pirtûka bi navê “Du birayên Bedirxanî” bi nivîsên xwe yên gelek balkêş, bi hesêb babeta xwe û wexta xwe ya ku hatine weşandin, balê dikşîne. Du bira: Celadet Bedirxan û Kamîran Bedirxan. Pirtûk ji aliyê lêkolînerê hêja Seîd Veroş de hatiye nivîsandin.

Nivîsên wan yên di navbera salên 1913 û 1923an, tîşkê dixe ser gelek mijarên wê demê. Bi taybetî yên dewra salên şerê cîhanê yê yekem û piştî têkçûna dewleta Osmaniyan, yên salên 1918 û 1923yan heya peymana Lozanê.

Di nivîsên her du birayan de behsa şerê cîhanê yê bi îxtîrasên serpereştên Îttîhad û Teraqiyê derketiye û dewleta Osmanî tevlî bûye, çawa mirov di eniyên şer de bi taybetî Kurd hatine kuştin, datîne ber çavên xwendevanan. Mijareka dinê ya têkçûna Osmaniyane bi saya serê Enwer û Talat Paşayê Tûranî.

Mijara peymana Mondrosê ku nemana dewleta Osmaniye, di pirtûkê de behsa çarenûsa neteweyan dike û behsa prensîbên Wîlson dike. Damezrandina dewleta nû ya li Ankara û biryardayîna îdama her du birayan, bavê wan Emîn Alî Bedirxan û birayê mezin Sureyya Bedrixan ku li îstenbolê diman.

Mijara weşana rojnameya Serbestiyê bi serê xwe mijara pirtûkê ye ku gelek bi berfirehî tê de behsa wê tekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin