NY: Li Helebê trajediyeke mirovî diqewime; 120 hezar kes koçber bûn

Dîroka Weşanê :
NY: Li Helebê trajediyeke mirovî diqewime; 120 hezar kes koçber bûn

PeyamaKurd – Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Karûbarên Mirovî (OCHA) derbarê encamên êrîşên li ser taxên Kurdan ên Helebê raporeke tirsnak weşand.

Li gorî raporê, piştî êrîşên komên girêdayî hikûmeta demkî yên di navbera 6 û 11ê Çileyê de, 120 hezar kes ji taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeydê koçber bûne.

Di raporê de hat diyarkirin ku zêdetirî 500 kes winda ne û binesaziya bajêr bi temamî hilweşiyaye.

Hevseroka Beşa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî piştrast kir ku di êrîşên bi 80 tankan de 48 kesan jiyana xwe ji dest daye û 118 kes jî birîndar bûne.

Rêxistinên navneteweyî hişyar dikin ku ji ber nebûna xwarin, stargeh û dermanan, krîza mirovî gihîştiye asta herî metirsîdar.