Balyozê Fransayê pesnê rola Serok Barzanî ya li Sûriyê da

Dîroka Weşanê :
Balyozê Fransayê pesnê rola Serok Barzanî ya li Sûriyê da

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî îro 14ê Çileyê pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê Patrick Durel kir. 

Di civîna ku Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Yann Braem jî tê de amade bû de, guhertinên dawî yên li Iraq û herêmê hatin gotûbêjkirin.

Balyozê Fransayê Patrick Durel, kurteyek li ser nêrîna welatê xwe derbarê rewşa siyasî ya Iraqê, aloziyên herêmî û krîza Sûriyeyê pêşkêş kir. Durel bi taybetî bal kişand ser hewldanên dîplomatîk ên Serok Barzanî û pesnê rola wî ya "avaker" û "bihêz" da ku di kêmkirina tûndûtûjî û aloziyên li Sûriyeyê de lîstiye.

Di beşeke din a hevdîtinê de, guftûgo derbarê proseya siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, hewlên aliyên siyasî yên ji bo pêkanîna kabîneyên nû yên hikûmetê li Hewlêr û Bexdayê hatin kirin.

Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de û hewlên ji bo berdewamî û pêşvebirina van pêwendiyan di hemû waran de, mijareke din a civînê bû.