NY li ser şewatên daristanên Herêma Kurdistanê got: Divê rêz li desthilatê bigrin

NY li ser şewatên daristanên Herêma Kurdistanê got: Divê rêz li desthilatê bigrin

PeyamaKurd – Berdevkê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Stephane Dujarric li ser şewata daristanên li Herêma Kurdistanê got ku divê rêz li desthilata herêmê bê girtin.

Dujarric, li ser êrîşên Îranê ku dike ser Herêma Kurdistanê û di encama êrîşan de, di daristanan de şewat dertê, ragihand ku divê temamê welatên li herêmê divê rêz li desthilata axa welatan bigrin.

Peyamnêrê Rûdawê Namo Abdulla di civîna çapemeniyê de ji berdevkê sekreterê NY ji Dujarric pirsiye:

-Rayedarên cîh yên Herêma Kurdistanê dibêjin ku li ser sînorê Îranê, li devera çiya 200 donum daristan şewitiye. Ev şewat piştî bombebarana Îranê çêbûye. Gelo sekreterê giştî li ser vê mijara êrîşê çi bersiv dide û ji bo hawirdorî tehrîb nebe, dikare tiştekî bike?

Li ser pirsa Mamo Abdullah Dujarric got ku divê ji bo tesbîta xesarê bi ofîsa li Iraqê ya NY re bikevin têkiliyan û dewam kir:

“Weka min do jî got; sekreterê giştî dixwaze şer biqede. Pêwiste her welatekî li herêmê, rêz ji axa welatên din re bigre.”

Dujarric ragihand 11 roj di ser germbûna tevgerên leşkerî yên di navbera DYA û Îranê de, derbas bûye. Divê dagerin ser dîplomasiyê. Sekreterê giştî jî di hevdîtinên taybet de daîma dibêje.