Heta 24 saetan vegerin malên xwe!

Heta 24 saetan vegerin malên xwe!

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê îro 10ê Nîsanê piştî bidawîbûna qedexeya derketina derve û çûnûhatinê ya ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê, car din qedexe heta 16ê Nîsanê hat dirêjkirin.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê derbarê qedexeyê de ragihand, ew kesên ji malbatên xwe veqetîyane li Herêma Kurdistanê, dikarin di dema 24 demjimêran de, vegerin parêzgehên xwe.

Wezareta Navxwe berî niha ragihandibû ku li demjimêr 12:00yê îşev heta 12:00yê sibe şevê, hemwelatî bi bikaranîna karta zanyarîyên xwe, dikarin vegerin cihên xwe.

Li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ketine gihîştiye 324 kesan ku ji wan 3 kesan can daye û 136 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin