Kurdistan | 11 kesan wefat kir, 926 kesên din bi koronayê ketin

Kurdistan | 11 kesan wefat kir, 926 kesên din bi koronayê ketin

PeyamaKurd - Wezareta Tendrustiya Herêma Kurdistanê daxuyaniya xwe ya 24 saetên dawî yên rewşa vîrusa koronayê belav kir.

Di daxuyaniya wezaretê de hat ragihandin ku 11 kesan ji ber vîrusa koronayê Covid-19 can dane û 926 kesên din jî li seranserê Herêma Kurdistanê pê ketine.

Herwiha hat eşkerekirin ku 298 kes di 24 saetên borî de baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketinên koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 119 hezar û 480 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 643 kes û heta niha 108 hezar û 483 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin