PeyamaKurd-Wezareta Tneduristiyê ya Kurdistanê rêjeya dawiyê ya herêma Kurdistane ragihand. Di ragihandina wezaretê de hat gotin ku di nav 2 rojên dawî de ti kes bi kovid-19 ê neketiye.
Rêjeya ku wezaret belav kir weha ye:
-Jimara giştî yên heya niha ketine karantînayê 8.410 kes.
-Niha 1.491 kes di karantînayê de ne. Ew jî li 32 ciyên ji hev cuda ne. 417 li Hewlêrê, 219 kes li Silêmanîyê, 826 kes li Duhokê û 29 kes jî li Raperîn in.
- 6,919 kes ji karantînayê derketine û çûne malen xwe.
-63 kes ev 24 siete ku ketine karantînayê.
- Di 24 sietên dawiyê de 1.123 test hatine kirin. Din ava wan de ti kes testên wan posîtîv derneketiye.
-Kesên ku heya niha bi kovid-19 ê ketine jimara wan 337 e.
-Heya niha ji wan 4 kes mirine.304 kes baş bûne û yên mayî di bin çavdêriyê de ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin