PeyamaKurd- Li Iraqê di xwepêşandanên li dijî hukumetê de dixwestin ku di qanûna hilbijartinan de guherîn çêbibe. Ew qanûna nû ya hilbijartinê di meclisa Iraqê de hat qebûlkirin. Qanûn îro di meclisê de hat xwendin û dane ber dengdanê. Parlementerên Kurd ragihandin ku qanûn wan kirine hedef û dengdanê boykot kirin lê ji 329 parlementeran 184 parlementer tevlî dengdanê bûn û qanûn hat qebûlkirin.
Serokê meclisê Muhammed El Halbûsî berya dengdanê ragihand ku qanûn bi sedema daxwazên xwepêşandêran hatiye amadekirin û daxwaza wan e. Parlementerên partiyên Kurd bi hevkarî beyana xwe ragihandin. Di beyanê de hat gotin ku daxwazên Kurdan nedane ber çav û bi taybetî li dijî xalên 15 û 16 yan dertên.
Li gor xala 15 yan dora hilbijartinê wê li gor navçeyan çêbibe û her namzedê ku zêde dengan bîne, wê bibe parlementer. Xala dinê ya ku Kurd li hember dertên xala 16a ye ku bo jina benda %25 hatiye danîn.
Jimara parlementerên Kurd di meclisa Bexdayê de 58 kesin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin