Li Wanê kolberek bi guleyên leskerên tirk hat kustin

Li Wanê kolberek bi guleyên leskerên tirk hat kustin

PeyamaKurd - Li navçeya sînorê Rojhilatê Kurdistanê, Ebexê ya bajarê Wanê leşkerên artêşa Tirkiyê kolber gulebaran kirin û di encamê de kolberek hat kuştin.

Hat ragihandin li gundê Çillî yê girêdayî navçeya Ebexê ya Wanê ya Bakurê Kurdistanê leşkerên Tirkiyê kolber guleberan kirin. Di encama gulebarana leşkeran de, kolberê 46 salî yê bi navê Îbrahîm Baykara ku bavê 6 zarokan e û ji bo debara xwe kolberiyê dike, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî zanyariyan leşkeran bi saetan nehiştiye malbat cenaze werbigire.

Cenazeyê Baykara piştî demekê hatiye rakirin û ji bo otopsiyê bo Saziya Tiba Edlî ya Wanê hatiye veguhestin. Malbatê piştî otopsiyê cenaze wergirt û dê îro cenazeyê xwe li gund bispêrin axê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin