PeyamaKurd – Bi sedema 17mîn salvegera teqînên 1ê Sibatê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir.
Îro, di 1ê Sibata 2021ê de, 17 sal bi ser teqînên 1ê Sibata sala 2004an re derbas dibe.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi vê sedemê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de diyar dike, em serê xwe bo ruha pak ya wan şehîdan diçemînin û bi rêz wan bi bîr tînin.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî dide zanîn, werin em bîranîna şehîdên xwe û ezîzên xwe, ku xwîna wan tevlî hev bû, bikin hevêna yekrêziyê bo bidestxistina armancên xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin