Lijneya Bilind a Ewlehiyê: Ji niha û pê de hemû cûre xwepêsandanên bêdestûr qedexe ne

Lijneya Bilind a Ewlehiyê: Ji niha û pê de hemû cûre xwepêsandanên bêdestûr qedexe ne

PeyamaKurd – Di derbarê xwepêşandanên bêdestûr ên li çend deverên Herêma Kurdistanê, Lijneya Bilind a Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê, agahdariyek belav kir.

Daxuyaniya Lijneya Bilind a Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê wiha ye:

1- Hêzen ewlehiyê êdî rê nadin xwepêşandanên bedestûr berdewam bibin û ser bikêşin bo alozî û tundiyê.

2- Ji niha û pê de hemû cûre kombûn û xwepêşandanên bêdestûr û ziyangihandin bi samanên giştî û taybet ku bo xizmeta hemwelatiyan in, qedexe ne, hêz berpirsiyar in bo ragirtin û serederîkirin di çarçoveya yasayê de.

3- Hemû ew kesên ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi rêkarên yasayî dê werin desteserkirin ku ziyan gihandine bi samanên dewlet û hemû ew kesên piştî handana wan kesan hebûn.

4- Ji hemû aliyên siyasî tê daxwazkirin ku berpirsane ligel rewşê serederiyê bikin.

5-Pêwîst e kanalên ragihandinê bi berpirsyarî serederiyê ligel rûdanan bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin