Di operasyona DAISê de 5 leskerên iraqî birîndar bûn

Di operasyona DAISê de 5 leskerên iraqî birîndar bûn

PeyamaKurd - Li gundekî devera Qeretepe ya Başûrê Kurdistanê, di navbea hêzên Iraqî û DAIŞê de şer derket.

Berpirsê komîteya YNKê li nahiya Qeretepe ya Xaneqînê, Mihemed Umer ji BasNewsê re ragihandiye ku îro danê sibê hêzên polîs û artêşa Iraqê bi alîkariya milîsên Heşda Şeibî li dijî çekdarên DAIŞ yên li derdora gola Hemrîn operasyonek kirin.

Mihemed Umer got, di dema operasyonê de li gundê Şêx Xalid di navbera her du aliyan de şer derket û 5 serbazên Iraqî birîndar bûn.

Berpirsê YNKê da zanîn, destpêkê çekdarên DAIŞê hêzên Iraqî dorpêç kiribûn lê paşê dorpêç ji aliyê hêzên Iraqî ve hat şikandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin