PeyamaKurd – Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê û artêşa Tirkiyê ve hatiye dagirkirin, îro otomobîlek hat teqandin.
Li gorî zanyariyan wesayîta bombebarkirî li taxeke ku zêde şênî lê tunebûn teqiyaye û ziyana canî çênebûye.
Çavkaniyê herêmê radigihînin ku dengê teqînê ji aliyê bakurê Kurdistanê ve jî hatiye bihîstin.
Medya Tirk radigihîne ku çekdarên SMOyê (Ceyşul Wetanî) piştî teqînê kesek desteser kirine.
Piştî ku Girê Spî ketibû destê Tirkiye û çekdaran dîsa teqîn çêbûbûn û sivîl bûbûn qurbanî.
HSDê ew teqîn şermezar kiribûn û dabû xuyakirin ku ji bo xelk koçber bibe û demografiya bê guhertin ew teqîn encam didin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin