Hevpeymaniya Navdewletî 100 Hummeran û hejmarek çek dide Pêsmerge

Hevpeymaniya Navdewletî 100 Hummeran û hejmarek çek dide Pêsmerge

PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge piştrast dike ku beşek ji alîkariyên Hevpeymaniya Navdewletî gihiştiye wezaretê û beşeke din jî di rê de ye. Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî jî dibêje, ew dê berdewam bin li ser alîkariya Hêzên Pêşmerge.

Fermandarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ragihand, ji ber ev yek mijareke leşkerî ye ew bi tu awayekê nikarin hûrgilyên wê alîkariyê eşkere bikin.

‘Hevpeymaniya navdewletî di pêvajoya çaksaziyan di wezaretê de alîkar in’

Derbarê çaksaziyên di Wezareta Pêşmerge de jî Cebar Yawer got, hevpeymaniya navdewletî bi taybet Amerîka, Brîtaniya, Almanya û Hollanda di pêvajoya çaksaziyan di wezaretê de alîkar in.

Berdevkê Hevpeyamniya Navdewletî, Miles Kaginz jî di daxuyaniyekê de li Navenda Rojhilata Navîn a bo Raport û Şîroveyan ragihandibû, ew dê zêdetir ji 100 hummerên serbazî û hejmareke parçeyên çek, hawen û fîşek û amûrên bêtel bidin hêzên pêşmerge.

‘Alîkariyên hevpeymaniyê bo Hêzên Pêşmerge domdirêj in’

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî diyar kiribû, ji bilî wan alîkariyên leşekrî, Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên wan berdewam dibin li ser perwerdekirina Pêşmerge û tekez jî kiribû, ku alîkariyên wan bo Hêzên Pêşmerge domdirêj in.

General Kaginz amaje bi proseya reformê ya di Wezareta Pêşmerge de jî kir û destnîşan kir, ew reform 38 xalên sereke li xwe digire û armanc ji wê pêngavê jî ew e ku hêzeke Pêşmerge ya yekgirtî û bihêz hebe. Kagînz herwiha got, ji sala 2017 ve dest bi proseya reformê hatiye kirin û hin karên baş jî hatine kirin.

‘Hemahengiya navbera Wezareta Berevaniyê ya Iraqê û Wezareta Pêşmerge girîng e’

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî amaje bi wê yekê jî kir, ku ji bo wan giring e ku hemahengiya navbera Wezareta Berevaniyê ya Iraqê û Wezareta Pêşmerge bê zêdekirin, ji bo ku fişarên li ser rêxistina DAIŞê zêdetir bin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin