PeyamaKurd- Hukumeta Kolombiyayê bi sedema ku li seranserê welatê wan greva giştî heye, temamê deriyên sînorên xwe girt. Li gor nûçeya rojnameya El Tiempo yê; ji rêvebiriya koçberan ya Kolombiyayê bi awayeka nivîskî hatiye ragihandin ku bi sedema greva giştî li temamê gumrikên deryayê û yên bejayiyê, heya 22 yê mehê, deriyên sînor hatine girtin.
Welatên ku deriyên sînorên xwe bo wan girtiye Ekvador, Perû, Brezîlya û Venezuela ne. Biryar bo ewlehiya welatê xwe giritine.
Tenha di rêya hewayê de, rêwî û ragihandina mal dê dewam bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin