Çavusoglu: Emê ji bo Minbic û Kobaniyê bi Rûsyayê re biaxivin

Çavusoglu: Emê ji bo Minbic û Kobaniyê bi Rûsyayê re biaxivin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser êrîşa Rojavayê Kurdistanê got ku armanca wan heta sînorê Iraqê (Başûr) jiholê rakirina metirsiyên wan ên ewlekariyê ye.

Çavuşoglu li ser destpêkirina êrîşa Rojava jî got ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Serokomarê Tirk Erdogan re ji bo destpêkirina êrîşê gotiye, erê û diyar kiriye ku leşkerên wan nebin armanc.

Wezîrê tirk li ser agirbesta wan û Amerîkayê jî got ku piştî dawîbûna mohleta 120 saetan divê yek YPGyî jî nemîne li wan herêman û heger bi navên din wan bihêlin jî çi pêwîst be ew dê bikin.

Wî herwiha diyar kir ku dê Tirkiye ji bo wergirtina kontrola Minbic û Kobaniyê jî bi Rûsyayê re hevdîtinan bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin