PeyamaKurd - Li bajarê Duhokê duyemîn korbenda aborî ya Herêma Kurdistanê tê lidarxistin.
Îro 15ê Nîsanê li Duhokê duyemîn korbenda (forum) aborî ya Herêma Kurdistanê tê lidarxistin.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Duhokê Eyad Hesen li ser vê mijarê ji malpera fermî ya PDKê re ragihand, di korbenda vê carê de dê behsa rewşa aboriya Kurdistanê, astengiyên li pêşiya geşbûna aborî û rêyên geşkirina aboriyê bên axaftin.
Eyad Hesen da zanîn, di korbendê de nûnerên odeyên bazirganî yên Duhok, Hewlêr û Silêmanî her wiha nûnerên gelek şîrketan beşdar dibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin