Çînê alîkariya tenduristî ji Sûriyê re sand

Çînê alîkariya tenduristî ji Sûriyê re sand

PeyamaKurd - Wezareta Tendursitiyê ya rejîma Sûriyê ragihand ku welatê bo wan alîkariyên tenduristî bo rûbirûbûna Covid-19 rê kirine û spasiya Çînê kir.

Hat ragihandin ku îro bi rêya balafirgeha Şamê alîkariya Çînê ya tenduristiyê gihîştiye Sûriyê û Wezareta Derve ya Sûriyê bi daxuyaniyekê spasiya Çînê kir û ev yek wekî gaveke rastîn bi nav kir.

Balyozê Çînê yê li Şamê jî diyar kir ku “Welatê wî wê beşeke din alîkariyên tenduristî bişîne.”

Wezareta Tenduristiya Sûriyê doh ragihandibû ku 4 kesên din li Sûriyê bi vîrûsa korona ketine û hejmara giştî bûye 33 kes.

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê jî gazinan dike ku Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) û welatên din tenê alîkariyên tenduristiyê bo rûbirûbûna Covid-19 ji Sûriyê re dişînin, lê ew alîkarî nagihin wan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin