Selahattin Demirtas: Pirsgirêka Kurdî tenê bi diyalogê tê çareserkirin!

Selahattin Demirtas: Pirsgirêka Kurdî tenê bi diyalogê tê çareserkirin!

PeyamaKurd- Wekîlê HDPê yê girtî Selahattin Demirtaş slogana xwe ya Adara 2015an ya ku digot “Em te nakine serok” hinekî guhert û sloganeke nû jê çêkir. “Îro em ê min bikin serok”.

Selahattin Demirtaş ji BBC Tirkî re axivî û bersiva hinek pirsan da.

Selahattin Demirtaş wiha axivî: Ez û hinek hevalên min di hepsê de rehîn in. Dadgeha Ewrûpayê ya Mafên Mirovan jî dosyayên me bi derengî dixe. Li vê derê îmkanên min gelekî kêm in. Tenê bi rêya postê û bi alîkariya parêzeran ez dikarin tiştekî belav bikim. Lê belê ez dizanim ku gelê me, ciwanên me wê ji bo me vê kampanyayê bi rê ve bibin.

Selahattin Demirtaş wiha berdewam kir: Em wekî partiyeke ku ji bo aşîtiyê, bang li hikûmetê jî û li PKKê jî kiriye, dibêjin; divê li Tirkiyê aşîtiyeke bişeref û mayînde were pêkanîn. Divê di nava yekîtiya Tirkiyê de pirsgirêka Kurdî jî bi rêyên aştiyane were çareserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin