PeyamaKurd - Du endamên Kongresa Amerîkayê bi vîrusa koronaya nû(Covid-19) ketin û niha di di bin çavdêriyê de ne.
Endamekî Kongresa Amerîka bi navê Mario Diaz Balart li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihandiye ku têsta wî ya Covid-19ê pozîtîf derketiye ji ber wê jî ew niha di bin çavdêriyê de ye.
Endamekî din ê Kongresa Amerîkayê bi navê Ben McAdams jî ragihandiye ku ew 14 vê mehê pê hesiyaye ku enfekte bûye, ji ber wê jî niha di bin çavdêriya pizîşkî de ye.
Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) jî beriya niha ragihandibû, 89 personelên wan bi nexweşiya Koronayê ketine.
Li Amerîka bi giştî 9 hezar û 464 kes bi Covid-19ê ketine ku 108 jê baş bûne û 155 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin