PeyamaKurd Li bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê karkerê şaredariyê Mesut Babat (42) ê ji aliyê qeyûm ve ji kar hatibû derxistin întixar kir.
Mesut Babat li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê karmendê paqijiyê bû û bavê 5 zarokan bû, di sala 2016an de ji aliyê qeyûm ve ji kar hat derxistin û piştre pirsgirêkên wî yên aborî çêbûn.
Di sala 2019an de şaredariya HDPê dîsa ew ji bo kar wergirtibû, lê vê carê ji ber lêpirsîna ewlekariyê ya Walîtiya Wanê ew ji kar hat derxistin.
Mesut Babatê 42 salî li kolana 17an a Yenî Mahalleyê li malê xwe kuşt.
Bi gotina kesên nêzîkî Babat piştî ji kar hatibû derxist pirsgirêkên wî yên aborî çêbûne û demeke dirêj li kar digeriya lê ji ber ku kar nedidît, nikaribû debara malbata xwe bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin