PeyamaKurd - Rêveberiya giştî ya tenduristiya parêzgeha Duhokê ragihand, îro 16ê Tebaxê gelek amûrên bijîşkî yên ji Komara Çekyayê hatine birêkirin, gihîştine parêzgeha Duhokê.
Rêveberê giştî yê tenduristiya parêzgeha Duhokê Dr. Nizar Îsmet got: “Li gor rêkeftina berî salekê ya li gel Komara Çek bo amûrên bijîşkî hatiye îmzekirin îro hejmarek amûrên bijîşkî û nojdariyê gihîştin parêzgeha Duhokê. Gelek amûrên nojdarî ji bo çareserkirina zarokan dê bo nexweşiyên zarokan li Duhokê bên dabîn kirin. Konsûlê giştî yê Komara Çek li herêma Kurdistanê berdewam piştevaniya tenduristiya Duhokê dike.”
Îsmet da zanîn, îro me dest bi karbûna projeya duyem kiriye ew jî cihê welidandina zarokan e ku dê li qezayeke Duhokê bê danîn û ew jî ket warê bicihanînê ku demeke nêzîk de bi dawî dibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin