Mistefa Kazimî soz da xwepêsanderan...

Mistefa Kazimî soz da xwepêsanderan...

PeyamaKurd – Piştî avakirina hikûmeta nû ya Iraqê xwepêşandanên li Iraqê ji nû ve dest pê kirin. Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand ku ew pabendî sozên xwe yên mafên mirovan, xwepêşandanên aştiyane, sizakirina êrîşkaran û parastina xwepêşanderan e.

Di xwepêşandanên ji doh ve dest pê kirine de herî kêm kesek hatiye kuştin û hejmarek xwepêşander jî birîndar bûne.

Kazimî îro 11ê Gulanê bi daxuyaniyekê soz da ku ew pabendî mafên mirovan, xwepêşandanên aştiyane, parastina xwepêşanderan, sizakirina êrîşkaran, berdewamkirina proseya çaksaziyê û pêkanîna mafê hilbijartinên dadwerane ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye, milîsên îranî êrîşan dibin ser xwepêşanderan ku doh li Besrayê ji ber wê yekê hikûmeta Iraqê biryara daxistina Partiya Tolhildana Îslamî dabû û dest danîbû ser gelek çekên wan ku girêdayî Îranê ne.

Tê gotin ku yên êrîşî xwepêşanderan kirine û bûne sedema mirina wan jî çekdarên wê partiyê ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin