PeyamaKurd - Qaymeqamtiya deşta Hewlêrê hişyarî da wan welatiyên ku dixwazin biçin seyranê û ragihand, kî here seyranê dê dest bi ser otomomîla wî/wê de were girtin.
Qaymeqamtiya deşta Hewlêrê duh bi şev daxuyaniyek weşand û ragihand, di çarçoveya nehîştin û rûbirûbûna nexweşiya koronayê (Covid-19) de bila welatî li malên xwe de bimînin û dernkevin derve.
Di daxuyaniyê de hişyarî hatiye dayîn û hatiye gotin, her kes sibê (îro, 21 Adarê) biçe seyranê, dê dest bi ser otomobîla wî/wê de were girtin.
Li Herêma Kurdistanê her sal roja 21 Adarê welatî bi helkefta yekemîn roja biharê ango Newrozê diçin geşt û seyranê lê îsal ji ber belavbûna nexweşiya Covid-19ê, hikûmeta Kurdistanê qedexeya derketina derve û çûnûhatinê ragihandiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin