PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Bazrzanî bi sedema 73 emîn salvegera Partiya Dekokrat a Kurdistanê ya Iraqê peyamek belav kir û di peyama xwe de weha got:
“Damezrandina PDK ê bo dîroka Kurdistanê bûye noqteya herî girîng. Wê bi alîkariya hemwelatiyên me Kurdistaniyan bêhtir xurt bibe. Bi sedema ku bingeha partiyê xurte û xwedî prensîbe, di dîroka xwe de gelek zor û zahmetiyan dîtiye lê her biser ketiye. Bo Kurdistan her dem zinde be, û li ser piya bisekine xebatê kiriye. Hem para partiyê di geşepêdana tevgera demokrasiyê ya Iraqê û tevgera sîvîl de gelek zêde ye. Bi wê sedemê partî di dîroka Iraqê de xwediyê ciyeke xurt e.”
Barzanî got ku partî bi binyate û der û dora wê zahf fireye. Hem bo dahatûyeka bi rohnî xebata xwe dike. Nêçîrvan Barzanî weha dewam kir:
“Jin û ciwanên PDKê bo pêşdebirina Kurdistanê, xwediyên hêvî û daxwazeka zexm in. Bi endamên xwe yên kedkar û bi tecrube, bi hezkiroxên xwe yên bi wefa, dê her xurt bimîne. Sedema ku di hilbijartina herêma Kurdistanê û Iraqê de biser ketiye jî ev e. Ji niha û pêde dê PDK bi plan û nexşeyên rê, bi temamê etnîsiteyan re, di rêya xwe de dewam bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin