PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama teqîna li bajarokê Ebû Hemam ê gundewarên rojhilatê Dêrazorê de, jinek û 3 zarokan can daye.
Li gorî çavkaniyên xwecihî îro li bajarokê Ebû Hemam ê Dêrazorê wesaîteke bombebarkirî ku li kêleka benda El-Senor e hat teqandin.
Di encama teqînê de jinek û 3 zarokan can da û 2 sivîlên din jî jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku tîmên pispor ên girêdayî HSDê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rojava çûne cihê bûyerê û lêpirsîn dane destpêkirin.
Herwiha hat diyarkirin ku teqîn li demeke ku xelkê herêmê amadekarî dikir roja Çarşemê, Rûsya û rejîma Sûriyê protesto bikin pêk hatiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin