PeyamaKurd – Kongreya Amerîkayê ji bo sepandina sizayên bo kirîna S-400an ji Rûsyayê, bang li Serokê Amerîkayê Donald Trump kir ku dorpêçên dijî Tirkiyê bicih werîne.
Li ser hesabê twitterê yê Komisyona Pêwendiyên Derve ya Meclîsa Nûneran hat gotin, “Serok Trump, wekî ku yasayên Amerîkayê pêwîst dike, divê ji ber kirîna S-400an dorpêçan li ser Tirkiyê bisepînî.”
Di daxuyaniyê de herwiha hat diyarkirin, “Tirkiye tenê bi hevkariya Amerîkayê dikare bigihe berjwendiyên xwe, ne bi Kremlînê re.”
Beriya niha jî Tirkiye ji ber kirîna S-400an ji bernameya balafirên F-35an hatibû derxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin