Trump bang li Kurdên Rojhilat kir: Piştgiriya me bikin, em ê piştgiriyê bidin we

Trump bang li Kurdên Rojhilat kir: Piştgiriya me bikin, em ê piştgiriyê bidin we

PeyamaKurd - Rojnameya Washington Post (WP) rahihand ku Rêveberiya Donald Trump, di çarçoveya plana xwe ya nû ya li dijî Tehranê de, bang li Kurdan kiriye ku di hewildanên qelskirina rejîma Îranê de alîkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bikin.

Trump gotiye, heke Kurd di vê mijarê de gavan bavêjin, Washington amade ye piştgiriyeke xurt bide wan. Herwiha Trump soz daye ku heke Kurd li dijî hêzên Îranê çalakiyan bikin, DYA dê bi balafirên şer û sîsteman asmanî wan biparêze.

Rojnameyê diyar kir ku rêveberiya Trump xwe ji bo her egera şer û windahiyên leşkerî amade dike û Pentagon û Qesra Spî li şûna şandina hêzên bejayî yên mezin bo hundirê Îranê, dixwazin bi rêya muxalifên navxweyî û kêmneteweyan bi taybetî Kurdan serhildanekê li dijî rejîmê bidin destpêkirin.

WPyê daye xuyakirin ku Washingtonê dest bi peywendiyan kiriye da ku Kurdên li herêmê wekî "hevpeymanên stratejîk" di operasyona li dijî Tehranê de cih bigirin.

Tê gotin ku Amerîka ji serokên Kurd daxwaz kiriye, aliyê xwe bi zelalî diyar bikin û ev peyam daye: "Di vê qeyranê de divê hûn di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de bijarteyekê bikin."

Rayedarekî Koşka Spî gotiye, "Em amade ne piştgiriyê bidin her hêzeke ku li dijî zordariya Tehranê bisekine, lê divê hevahengî di asta herî bilind de be."