PeyamaKurd - Li navçeya Nisêbînê Keşeyê Dêra Mor Yakûp Sefer (Aho) Bîleçen jî di nav de 3 suryanî hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku li navçeya Mêrdîn a bakurê Kurdistanê Nisêbînê piştî serdegirtina gundê Marînê, leşkeran bi ser gundên Xarabalê û Sêderiyê de jî girt û keşeyê Dêra Mor Yakûp Sefer (Aho) Bîleçen, keyayê gundê Xarabalê Joseph Yar û ji gundê Sêderiyê jî welatiyê bi navê Mûsa hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku leşkeran her sê welatiyên suryanî bi 5 kesên ku li Marînê binçav kiribûn re birin, navenda dijî terorê ya Mêrdînê.
Li gorî zanyariyan operasyona leşkeran di çarçoveya "xebatên lêgerîn û kontrolkirinê" de hatiye kirin û li ser sedema binçavkirina wan welatiyan ti daxuyanî nehat dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin