PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê bi sedema koça dawî ya Yusif Qazî peyamekî serxweşiyê belav kir.
Serok Barzanî bi sedema koça dawî ya (Yusif Qazî) ji malbata Yusif Qazî û tevahiya nîştecihên bajarê Mihabadê re sersaxî xwest.
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji bo malbata rêzdar Qazî li Mihabadê
Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya Kak Yusif Qazî gihîşt me û em xemgîn kirin.
Li vê helkefta xemgîn da serxweşiyê li malbata we ya birêz û tevahiya hevalên Kak Yusif û xelkê xweşdiviyê Mehabadê dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin daxwaz dikim giyanê Kak Yusif bixe ber dilovaniya xwe û hedarê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
16.12.2019
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin