Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî ji Kurdên Yemenê re sand

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî ji Kurdên Yemenê re sand

PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyên mirovî yên ku li Başûrê Kurdistanê hatibûn komkirin ji Kurdên Yemenê re şand.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gundê Beytel Kurdiye yê Yemenê, alîkariyên mirovî li ser 140 malbatên bi eslê xwe Kurd in û ji berê ve li Yemenê dijîn, belav kir.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Mûsa Ehmed ji Rûdawê re li ser mijarê gotiye, alîkariyên wan ji kelûpelên xwarinê pêk dihatin û ew alîkarî li malbatên gundên ku bi eslê xwe Kurd in, hatine belavkirin ku hejmara niştecihên wan gundan 700 kes e.

Yemen çend salên dawî ji ber şer û pevçûnan di nava rewşeke pir xirab û metirsîdar de ye ku ji ber berdewamiya şerê li Yemenê, rêjeya kesên hejar û jêr hêla hejariyê li wî welatî gelek zêde bûye û heta niha bi hezaran kes û bi taybet zarok ji ber hejarî û birçîbûnê can dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin