PeyamaKurd- Li bajarê Rihayê li taxa Ahmed Yasewî di navbera du malbatên cîran de bi sedema deynên wan lihev bûn pevçûn derket. Di pevçûnê de bi kêran, dar û kevir lihev xistin û di encamê de 5 kes birîndar bûn û li ser bûyerê 4 kes hatin binçavkirin.
Di pevçûnê de Bıçak, Mehmet Burhan Özmen (23), Ömer Faruk Özmen (32), Mahmur Özmen (55), İbrahim Özmen (29) û Murat Alan (37) birîndar bûn.
Birîndar ji aliyê tîmên tenduristiyê de hatin birin bo nexweşxane ya Perwerdê û Lêkolînê. Halê tenduristiya wan baş e. Li ser bûyerê 4 kes hatin binçavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin