Aboriya Îranê diroxe

Aboriya Îranê diroxe

PeyamaKurd- Endamê komîsyona budçeyê ya meclisa Îranê Cîhanbexş Muhibbiniya, ragihand ku aboriya wan li ber roxandinê ye.

Parlementerê bajarê Meyanduabê Muhibbiniya, di meclisê de axifî û weha got:

“Aboriya Îranê diroxe. Ji kerema xwe çavên xwe vekin. Em ji serokkomar Hesen Rûhanî bigilî û gazinin ji ber ku mijarên divê li pêş bin, nayne meclisê.”

Ajansa Nûçeyan ya Karkerên Îranê ragihand ku Muhibbiniya di axaftina xwe ya di meclisê de gotiye ku dolar di bazara serbest de derketiye 11 hezar tumenî û di welat de bêkarî, bihatî heye û di mijarên weke hawirdoriyê û tenduristiyê de astengî gelekin.

Muhibbiniya got ku divê mirov guhê bide xelkê bi van pirsgirêkan re rû bir û ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin