PeyamaKurd- Hukumeta Almanya di 10 mehên salê yên ewilî de, bi bihayê 7.5 mîlyar Euroyê îzna firotina sîlih û teçhizatan da. Li hemberê veya daxwazên ku hatine redkirin jî hene. Ji navenda ragihandinê ya Berlînê Otfried Nassauer ragihand ku zêdebûna firotina sîlihan, ji ber daxwaza endamên NATO yê zêde bûne.
Nassauer got ku Danîmarka, Polonya û Finlandiya tankên Leopardê nûh dikin, Macaristan ji Almanya tank û obusan kiriye û Lîtvanya alavên zirxî û alavên bi motor yên leşkerî dikire.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin