PeyamaKurd - Li parêzgeha Kerkûkê di encama êrişa esmanî ya balafirên Îraqê de herî kêm 14 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.
Balafirên şer yên Iraqê baregehên rêxistina terorê ya DAIŞê yên li geliyê Qurhe li başûrê Kerkûkê bomberbaran kirin û di encamê de bi kêmanî 14 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Li gorî zanyariyên berdest, balafirên du caran gelî bombebaran kirin û di encamê de 14 terorîstên DAIŞê yên ku ji ber lehiyê ji şikeftan derketibûn, hatin kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin