PeyamaKurd – Li parêzgeha Kerkûkê, terorîstên DAIŞê êrîşî polîsên Iraqî kirin, di encamê de herî kêm 3 polîs hatin kuştin.
Li gor fermandeyekî polîsê Iraqê diyar kiriye, terorîstên DAIŞê li devera Wadî Şay li başûrê bajarê Kerkûkê, êrişî polîsên Iraqî kirin û di wê êrişê de, 3 polîs hatin kuştin.
Herwiha, li başûrê Mûsilê jî bombeyek bi hêzên Iraqî de teqiya. Di wê teqînê de 4 serbaz birîndar bûn.
Do jî li Daqûq, di êrîşa DAIŞê de, 2 polîs hatin kuştin û 2 polîs jî birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin