Newroz | Li Brîtanyayê Ala Kurdistanê bi ‘Ey Reqîb’ hat bilindkirin

Newroz | Li Brîtanyayê Ala Kurdistanê bi ‘Ey Reqîb’ hat bilindkirin

PeyamaKurd Taybet – Konseya bajarê Portsmouth ê Brîtanyayê bi hildana ala Kurdistanê li meydana Guidhall cejna Newrozê pîroz kir.

Li bajarê Portsmouthê cara ewil ala Kurdistanê hat hildan û ket dîroka bajêr. Ala Kurdistanê bi siruda netewî ya Kurdan Ey Reqîb û bi beşdariya civaka Kurd a Portsmouthê ku bi qasî sê hezar kesan amade bûn hat hildan û xelk û rêveberên bajêr bi çepikan piştgirî dan vê ahengê.

Endamê Konseya Bajêr  û Cîgirê Şaredariya Portsmouthê Steve Pitt di axaftina xwe ya pîrozbahiya Newrozê û hildana ala Kurdistanê de got, 'Em vê hesta xwedîderketina Newrozê bi dil û can hîs dikin. Hebûna we ya li vê derê hesteke bêhempa ye.”

Welatiyekî Kurd jî li ser hildana ala Kurdistanê diyar kir, “Ev rûmeteke mezin e bo me. Ev demeke em li bendê bûn Konsey destûrê bide. Ev yek ji wan kesên qurbaniyê karesata Helebceyê me. Min hemû malbata xwe ji dest da; ji nav çar xwişk û birayan û diya xwe tenê ez rizgar bûme. Li stargeha 35 kes tê de bûn tenê ez rizgar bûme. Bîranîna rabirduyê ji bo me gelekî girîng e.”

Nûnerê Qraliyeta Yekgirtî yê Herêma Kurdistanê Karwan Tahir ji bo vê ahenda dîrokî çû Londonê û destnîşan kir, ‘Ev rojeke bêmînak e. Em hêvî dikin ev aheng rê li ber pîrozkirina li her bajarê Brîtanyayê veke. Ev cara yekê ye am ala xwe li bajarekî Brîtanyayê bilind dikin. Ji ber vê jî ev ji bo me gelek girîng e.”

Kurdên li Brîtanyayê li ser vê ahengê ragihandin ku ew ne tenê Newrozê pîroz dikin, herwiha ala Kurdistanê li ber şaredariya bajêr bilind dikin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin