PeyamaKurd - Fermandariya Giştî ya YBŞê, daxuyani dan êrîşa ku doh êvarî li Şengalê pêk hatibû şermezar kirin.
Di daxuyaniyan de ji hikumeta Iraqê hat xweestin ku li hemberî civaka xwe bi erka xwe rabe.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) derbarê êrîşa ku şevê din li Şengalê ku li dijî wesayiteke wan pêk hat de, daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Fermandariyê di daxuyaniya xwe de weha got:
Li ser nîzama danûstandina leşkerî, duh Berdevkê YBŞ’ê li ser esasê hevdîtina bi Fermandariya Lîwaya 72’yan re, çû cihê hevdîtinê ya bi ser vê lîwayê ve.
Dema ku erebeya hevalên me digihîjê seytera cihê hevdîtinê, ji hêla girubek Lîwaya 72 û Foca 1 ve tê gulebarankirin.
Di encama vê êrîşê de 2 hevalên me gihîştin şehadê û sê hevalên me jî birîndar bûn.
Her wiha li gorî agahiya ku me girtiye windahiyên vê hêzê jî çêbûne.
Em dizanin ku êrîşa duh êvarê li ser hêza me çêbûyî, di encama pirovokasyonekê de pêk hatiye.
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê anî ziman ku ew bawerin piştî bûyereke wiha, dê Artêşa Iraqê bi daxuyanî û helwesta pêwîst bi awayekî erênî nêzîk bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin