Fizîknasê navdar Hawking jiyana xwe ji dest da

Fizîknasê navdar Hawking jiyana xwe ji dest da

Li gor daxuyaniya ku zarokên wî dan Stephen Hawking di 76 saliya umrê xwe de serê vê sibehê mir.

Di daxuyaniya zarokên wî de hat diyarkirin ku Hawking vê sibehê li mala xwe ya Cambridgeê wefat kir.

Hawking par di hevpeyvîna xwe ya ligel BBCyê de diyar kiribû ku qet texmîn nekiribû ku dê 75 salan bijî û herwiha gotibû ku ew xwe bisiûd dibîne ku agahî û zanyariyên xwe bi civakê re parve dike.

Hawking di hevpeyvînê de destnişan kiribû ku di 22 saliya xwe de teşxisa nexweşiya Amyotrofik Lateral Skleroz(ALS)ê dane ser û jê re gotin tu yê di nava du an sê sala de bimirî. Hawking bal kişandibû ku di 75 saliya xwe de hê dixebite û gotarên zanistî dinivîse.

- Stephen Hawking

Fîzîknasê îngiliz Stephen Hawking ku li tevahiya dinyayê navdar e, bi xebatên xwe yên berfireh ên li ser fîzîka kuantumê û çalên reş dihat naskirin.

Hawking hema hema tu dereke bedena xwe nikaribû biemilanda û herwiha bi tenê bi kejiyê sûretekî xwe komût dida pergala computerê ya ku taybet seba wî hatibû çêkirin û bi vî awayî rojê bi 2 hezar û 500 peyvî peywendî datanî û xebatên xwe yên zanistî didomandin.

Lêkolînên Hawking bo 40î zêdetir zimanî hatin wergerandin û dîsa li derdorên zanistê Hawking wekî zanyarê herî mezin ê li dû Albert Einstein tê naskirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin