Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî amarên dawî eskere kir

Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî amarên dawî eskere kir

PeyamaKurd - Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî ragihand ku ji piştî êrîşên DAIŞê yên 2014an heta niha nêzîkî 100 hezar Kurdên Êzidî koçî derveyî welat kirine.

Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî ragihandiye, piştî êrîşa rêxistina terorîst DAIŞê ya 8ê Adara 2014an bi ser Şingalê de, ji 550 hezar Kurdên Êzidî 360 hezar aware bûne û piştî nemana desthilata DAIŞê li wê navçeyê jî tenê nêzîkî 150 hezar kes vegeriyane cih û warê xwe.

Hat diyarkirin ku ji roja yekem a êrîşa terorîstên DAIŞê ve, hezar û 293 Êzidî şehîd bûne, 2 hezar û 745 zarok bêserûşûn bûne, 82 gorên bi kom hatine dîtin û 68 mezargehên Kurdên Êzidî hatine teqandin.

Herwiha hat gotin, 6 hezar û 554 Kurdên Êzidî (3548 jin û 2869 mêr) hatine revandin û heta niha 3 hezar û 554 revandî (1207 jin, 339 mêr, 1051 zarokên keç û 957 zarokên kur) ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.

Li gorî amaran heta niha 2 hezar û 717 revandiyên Êzidî (1273 jin û 1444 mêr) ji destê DAIŞê nehatine rizgarkirin û termên 146 revandîyan jî hatine dîtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin