Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidî hemû amarên jenosîdê eskere kirin...

Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidî hemû amarên jenosîdê eskere kirin...

PeyamaKurd - Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidiyan amarên nû yên qurbanî û rizgarbûyên Kurdên Êzidî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand.

Amerên ku Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidiyan wiha ne:

  • Hejmara Êzidiyan li Iraqê: 550 hezar kes in.
  • Hejmara Êzidiyên ji ber êrîşa DAIŞê koçber bûne: 360 hezar kes in.
  • Hejmara şehîdên roja yekem a êrîşa DAIŞê li ser Şingalê: 1293 şehîd in.
  • Hejmara zarokên bê bav in: 2745 zarok in.
  • Hejmara gorên bikomî yên heta niha eşkere bûne: 80 gorên bikomî ne.
  • Hejmara mezargeh û cihên olî yên hatine teqandin: 68 mezargeh in.
  • Hejmara kesên koçberî derveyî welat bûne: Zêdetir ji 100 kes kesî tê texmînkirin.
  • Hejmara revandiyan: 6417 kes in. Regeza mê: 3548 kes in. Regeza nêr: 2869 kes in.
  • Hejmara rizgarbûyên ji destê DAIŞê bi vî awayî ne: Bi giştî: 3509 kes in: Ji wê hejmarê 1192 jin in. 337 mêr in. 1033 zarokên keç in. 947 zarokên kur in.
  • Hejmara kesên mane: 2908 kes in. Ji wan 1323 jin in û 1585 kesên bi regeza nêr in.

Roja 3yê Tebaxa 2014an terorîstên DAIŞê êrîşî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kiribûn û bi sedan Kurdên Êzîdî hatin kuştin û bi hezaran keç, jin û zarokên Êzîdî jî hatin revandin û bi deh hezaran kes jî ji ber wan terorîstan koçber û penaber bûn.

Parlemana Kurdistanê îro ji bo roja 3yê Tebaxê wek 'Roja Komkujiya Êzidiyan' bipejirîne civiya û tê pêşbînîkirin roja 3yê Tebaxê wekî Roja Komkujiya Êzidiyan were pesendkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin