PeyamaKurd – Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi wesîleya salvegera 31emîn a damezrandina Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, (YÎK) pîrozbahî li serokê wê Mela Selahedîn Behadedîn û endamên wê yên ofîsa siyasî kir.
Di daxuyaniya pîrozbahiyê de Ofîsa Siyasî ya PDKyê hêviya serkeftinê ji Yekgirtûyê re xwest û bal kêşa ser bandora wê ya di pêvajoyên siyasî û birêvebirî yên Herêma Kurdistanê de.
Her weha hate destnîşankirin ku ji bo siberojeke baştir ji bo kurdistaniyan bê amadekirin, ew dupat dikin ku li ser bingehê demokrasiye hevkarî û yekîtiya di navbera partî û hêzên siyasî yên Kurdistanê de xurttir bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin