PeyamaKurd- Alîkarê serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê yê ji sektora hilberînê berpirse Rêbaz Hemlan ragihand ku wan fikrên pisporan û pêşniyarên wan sitendine û wê qanûna hilberînê li gor wan fikr û pêşniyaran bê rojanekirin.
Rebaz Hemlan di beyana xwe de ragihand ku wan agahî û pêşniyarên pisporan bidest xistine wê di demekî kurt de pêşkêşî Parlementoya Herêma Kurdistanê bikin.
Hemlan got piştî şerê bi DEAŞ ê re pirsgirêka Kovid-19 ê bûye bela serê xelkê û ev her du tişt sektora hilberînê qels kirine. Bo wê jî ji nuh de wê sektora hilberînê xurt bikin û bivejînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin