Cema’eteka dinê jî pistgiriya xwe bo tifaqa AKP/MHP ê diyar kir

Cema’eteka dinê jî pistgiriya xwe bo tifaqa AKP/MHP ê diyar kir

PeyamaKurd- Cema’eta Silêman Efendî ragihand ku wê tifaqa komarî ya Tirkiyê ya AKP û MHP ê destek bikin. Ragihadinê li ser navê cema’etê neviyên Silêman Efendi Fatîh û Mehmet Beyazît kirin.

Her dû neviyên Silêman Efendi ragihandin ku hukumet biryaran bilez digre, zû pêktîne û referandûma guhertina sîstemê ji aliyê Erdoğan de gelek başe û di memleket de hûzûr, aramî, asayiş heye, biratî dewam dike û projeyên jiyanî dikevin rê. Lewra ev hemû sedemin bo piştgiriya vê tifaqa han.

Cema’eta Silêmaniyan hemû wê piştgiriya AKP-MHP ê bikin û dengên xwe bidin wan. Lê di seranserê welat de çend dengen wan hene ew jî ne diyar e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin