Artêsa Misirê ji bo destwerdana Libyayê Odeya Çalakiyên Leskerî ava kir

Artêsa Misirê ji bo destwerdana Libyayê Odeya Çalakiyên Leskerî ava kir

PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku piştî biryara Parlamena Misirê ya ku destûra destwerdana leşkerî bo Libyayê dide, artêşa Misirê bi fermandarên artêşa nîştimanî ya Lîbyayê ya girêdayî General Xelîfe Hnefter re ket pêwendiyê.

Li gorî çavkaniyên medya erebî artêşa Misirê piştî biryara parlamenê, ji bo destwerdan û piştevaniya leşkerî odeya çalakiyan ava kir û fermandarên Lîbyayî jî dê di demeke kurt de serdana Misirê bikin da ku pêngavên pêwîst gotûbêj bikin.

Hêjayî gotinê ye, hêzên hikûmeta Wîfaq a Fayez Sîrac ku Tirkiye piştevaniya wan a leşkerî dike di van rojên dawî de ji bo êrîşî bajarê stratejîk Sirte û Cufrayê bikin amadekariyên xwe zêde kirine û biryara parlamentoya Misirê ya destwerdana leşkerî jî di demeke wiha de hatiye standin.

Herwiha çavkaniyên medya erebî radigihînin ku Misir bi fermandarên Lîbyayê re derbarê koordînasyona hevbeş û piştevaniya artêşa Lîbyayê ketiye pêwendiyê û odeya çalakiyên Misirê ji bo şopandina geşedanên aloziya Lîbyayê bi awayekî berfireh hatiye avakirin.

Hatiye diyarkirin ku wê di demeke kurt de berpirsên ji Lîbyayê serdana Misirê bikin da ku tedbîrên pêwîst bên standin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin