PeyamaKurd - Berpirsekî Wezareta Pêşmerge ragihand, hêzên hevpeyman ji baregehên serbazî yên li Herêma Kurdistanê venakişin.
Berpirsê Dezgeha Rewşenbîrî û Hişyariya Netewî ya Wezareta Pêşmerge, Babekir Feqê Ehmed got, hêzên hevpeyman ji sê baregehên serbazî yên li Iraqê vedikişin û wan baregehan vala dikin.
Babekir Feqê Ehmed her wiha got, lê hêzên hevpeyman ji baregehên xwe yên li Herêma Kurdistanê venakişin û li ser perwerdekirina hêzên Pêşmerge berdewam dibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin